Dadgeha Bilind a Iraqê ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê werin darizandin

Meclisa Bilind ya Dadgehê ya Iraqê ragihand ku hemû ew çeteyên DAIŞ’ê yên ji Sûriye hatine girtin, li gorî yasayên Iraqê tên dadgehkirin û lêkolînkirina sûcên wan yên li dijî pêkhateyên cuda destpê kiriye.

Meclisa Bilind ya Dadgehê ya Iraqê ragihand ku dadgehên Iraqê erkdar kiriye ji bo lêkolînkirina çeteyên DAIŞ’ê ku tê pêşbînîkirin hejmara wan di navbera 7-8 hezarî de ye ku yên ji Sûriyeyê veguhestine Iraqê kirine.

Li gorî agahiyên hatin girtin, proseya girtina çeteyan destpê kiriye û odeyeke ya operasyonê hatiye avakirin ku agahiyên derbarê çetetan yên sala 2014-2018’an li ber dest amade ne. Di encama lêkolînan de derketiye ku hinek ji van çeteyan xeternakin û destê wan di komkujiya li dijî Kurdên Êzidî de heye û çekên kîmyawî bikar anîne.

Çeteyên ku lêkolîn di derbarê wan de hatine destpêkirin yên 42 welatên biyanî ne û berî niha li Sûriyeyê nehatine dadgehkirin. Tenê di kampan de hatibûn ragirtin. Dadgeha Iraqê jî pêşbînî dike ku lêkolîn û girtina îfadeyên wan, wê di nava 4 heta 6 mehan de biqede.

Hêjayî bibîr xistinê ye piştî êrişên Hikûmeta Demkî ya Sûriye li ser Rojava û şûnde bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê yên girtî û li nava kampan ji bo Iraqê hatine şandin.